Themen

Montag, 27. Januar 2014

Hîmdarê Qewîn ê Radyoya Yerevanê Xelîlê Çaçan Mûradov (1924-1981)

Xelîlê Çaçan Mûradov /Wêne:SK/Rûdaw
Yerevan (Rûdaw) - Civaka Kurdên Ermenistanê di 100 salên dawî de gelek şexsiyetên hêja pêşkêşî tevahiya kurdên dinyayê kirin. Di nav wan şexsiyetan de kesên wisa hene ku bûne hîm û danerên ocax û dezgehên edebî, hûnerî û rewşenbîrî. Xelîlê Çaçan Mûradov yek ji wan kesan e ku di navbera salên 1957-1981-an de, 24 salan li Yerevanê Serokatiya Radyoya Kurdî kirîye. Di dema wî de ‘fonda zêrîn’ a radyoyê pêk hatiye û bi dehan dengbêj bi serkariya wî li radyoyê qesidîne. Cara pêşî sê dengbêj dibin mêvanê stûdyoya radyoyê: Bêmalê Keko, Sûsîka Simo û Memê Xudo. Paşê Karapêtê Xaço û Davîtê Xilo tînin radyoyê û kilamên wan tomar dikin.

Li gorî Rojnameger û Nivîskar Têmûrê Xelîl, tevahiya van dengbêjan di dema bavê wî Xelîlê Çaçan Mûradov de hatine radyoyê. Gotina xwe bi vê hevokê jî qayîm dike: “Beriya bavê min fond tunebû û piştre bi ser de zêde nebû!” Rojnamegerê emekdar li ser serpêhatiya Xelîlê Çaçan Mûradov û dengbêjê navdar Şeroyê Biro jî wiha dibêje: “Şeroyê Biro li Tiblîsê dima û nedihat Yerevanê. Bavê min taybet ji bo wî çû Tiblîsê. Heftêyekê li wir ma, stûdiyoyekê li wir kirê kir, dengê Şero qeyd kir û anî radyoyê.”

Nivîskar Wezîrê Eşo dema di nivîsareke xwe de behsa Xelîlê Çaçan Mûradov dike, rol û girîngiya wî ya di radyoya kurdî de bilind dinirxîne: “Xelîl Mûradov

hereketekî mezin xerc kir seba bi hezaran nimûneyên hunermendiya kurdan a stiranbêjîyê ji windabûnê xilas bike û ser qeytanê qeyd bike. Ez şahidê wê yekê bûme ku bi çi teherî dengbêj û sazbendên kurd li redaksiyona xeberdanên kurdî de diciviyan û gelek caran hema di odeyên wê da cêribandin derbas dikirin. Dengê def, zurne, mey, bilûr, dahol û tembûrên kurdî herdem li avahiya radyoyê belav dibû û xelqê digot: ‘Li Redaksiyona Xeberdanên Kurdî her roj dawat û şahî ye!’ Bi saya Xelîl Mûradov bi sedan nimûneyên stiran û meqamên kurdî, fonda radyoyê dewlemend kirin û îro radyoguhdar bi wan şa dibin. Ji xeynî stran û meqaman, di dema wî de gelek şano û piyes hatin hazirkirin.”

Dema ku Mele Mustefa Barzanî diçe Ermenistanê, derbarê weşana kurdî ya radyoyê de civîneke sê kesî dike. Yek ji wan kesan Xelîlê Çaçan Mûradov e. Têmûrê Xelîl li ser wê hevdîtin û civînê jî wiha dibêje: “Mele Mustefa bi taybetî hat Ermenîstanê ji bo kurdan bibîne. Çû Elegezê û Hekoyê. Serdana Radyoyê kir. Li radyoyê ji bavê min pirsî ka ew dikarin alîkariyeke çawa ji bo radyoyê bikin. Wê demê bavê min, Erebê Şemo û Mele Mustefa Barzanî ketine odeyekê û bavê min nameyeke bi rûsî da Barzanî ji bo ku bide serekên Sovyetê. Daxwaz jî ew bû ku wextê radyoya me bê zêdekirin. Piştî sê mehan wext du caran zêde bû.”

Dema mirov behsa keda Xelîlê Çaçan Mûradov bike, nabe ku mirov behsa xanima wî Eznîva Reşîd neke. Eznîv Xanim spîkera pêşî ya beşê kurdî ye. di navbera salên 1955-1982-yan de 27 salan spîkeriya radyoya kurdî kiriye. Eznîva Reşîd, keça Reşîdê Ecem e ku salên 1920-î, li Ermenistanê wekîltiya kurdan dike. Piştî damezirandina Sovyetê, li Ermenîstanê sê kes hebûne ku wekîlê kurdan bûne: Erebê Şemo, Xudoyê Miho -Bavê Şekroyê Miho Xudo- û Reşîdê Ecem. Têmûrê Xelîl li ser dayîka xwe Eznîvê dibêje ku ew spîkera kurdan a yekem e, berî wê spîkêr hebûne, yek ji wan Zeyneba Îbo -Xanima Heciyê Cindî- bûye, lê ew radyoya kurdî ya lokal bûye û di hefteyê de carekê 10 deqe weşanê kiriye...>>>>SALİHÊ KEVİRBİRÎ