Themen

Freitag, 24. Januar 2014

Abuzer Karaca (71)

Wefat- Sersaxî 
Em ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanetê dixwazin.
Welatparezê kurd Abuzer Karaca (71) di roja 25.01.2014ê li bajarê Munchenê wefat kir. Xwedê rexma xwe lê bike. Em ji  malbata wî  re sersaxî, sebir û metanetê dixwazin.
Cenazeyê wî li Munchenê hefta peşiya me  de ve bihê definkirin û taziya wî jî li Mizgefta Ehmedê Xanî/Schillerstr de ve di roja 26.01.2014ê de bihê kirin.

Abuzer Karaca (Malatya 1943 – München 2014)
Jiyana xwe ji dest da. Bla serê malbata wî sax be!

Ji bo jiyaneke nû wek mêvan hate, li vir ma!
Abuzer Karaca (Malatya 1943 – München 2014 ) ji gundê Gökagaça ser bi Argûvanê bû. Abuzer Karaca beriya were Almanyayê li Stenbolê di çayxanayekê de kardikir. Wî jî xwe di saziya Dîtina Kar û Karkeran de tomar kiribû.

Em niha xale Abuzer guhdardikin:“Destûra çûna min ya Almanyayê hatibû. Di serî de terkkirina welat ji bo min pir giran hat. Min got ez herim an jî nerim?“ Demekê bê biryar dimîne, di dawiyê de biryarê bo hatina Almanya digire û di sala 1973yê de hatiye Almanyayê. “Ez hatim bajarê Munchenê. Min di serî de wekî hesinkarekî di Fîrmeya Rotlingenê de karkir. Kar û şertên wan pir zehmet bûn, min pir fabrîke guherandin. Di dawiyê de min li ba fabrîkeyên “Garîl“, û “Best“ de nêzikî 30 salan karkir.“ Ew jî di 58 saliya xwe de dibe teqawût. 

Abuzer di jiyana xwe li Munchenê de karê siyasî jî kiriye. Abuzer dibêje ku di salên koçberiyê de rewşa jiyana wan pir dijwar bû û li ser wan zextên aborî û siyasî hebûn. Ew wiha axaftina xwe didomîne: “Tirkan em qebûl nedikirin. Jiber em bo Almanan “Gastarbeiter” (karkerê mevan) bûn ti tekiliyên me bi xelkê alman re jî tune bû. Jiyana me di fabrîkeyan, di çayxaneyan û di malên penaberan di Heim`an de derbas dibû. Jiber em Kurd û Elewî bûn têkiliyên me bi Tirkan re pir kêm bûn. Me di navbera xwe de karên siyasî jî dikir. Ez ti cara jî bîr nakim, li bajarê Munchenê komeleyek me bi navê “Alevî Birligi“ hebû û em piştî kar li wir komdibûn.”


Çavkanî: 50 saliya koçberiya Kurdan bo Almanya